Home Page
  Jîyanname
  BawerÎ
  Berhem
  Mesaj
  Ehkam û Fetwa
  Wêne

   E-Mail Listing:


 

Du’aya Kumeyl

Bi navê Xwedayê Pak ê Dilovan

اللَّهُمَّ إِنِّي أَسْأَلُكَ بِرَحْمَتِكَ الَّتِي وَسِعَتْ كُلَّ شَيْ‏ءٍ وَ بِقُوَّتِكَ الَّتِي قَهَرْتَ بِهَا كُلَّ شَيْ‏ءٍ وَ خَضَعَ لَهَا كُلُّ شَيْ‏ءٍ وَ ذَلَّ لَهَا كُلُّ شَيْ‏ءٍ وَ بِجَبَرُوتِكَ الَّتِي غَلَبْتَ بِهَا كُلَّ شَيْ‏ءٍ وَ بِعِزَّتِكَ الَّتِي لا يَقُومُ لَهَا شَيْ‏ءٌ وَ بِعَظَمَتِكَ الَّتِي مَلَأَتْ كُلَّ شَيْ‏ءٍ وَ بِسُلْطَانِكَ الَّذِي عَلا كُلَّ شَيْ‏ءٍ وَ بِوَجْهِكَ الْبَاقِي بَعْدَ فَنَاءِ كُلِّ شَيْ‏ءٍ وَ بِأَسْمَائِكَ الَّتِي مَلَأَتْ [غَلَبَتْ‏] أَرْكَانَ كُلِّ شَيْ‏ءٍ وَ بِعِلْمِكَ الَّذِي أَحَاطَ بِكُلِّ شَيْ‏ءٍ وَ بِنُورِ وَجْهِكَ الَّذِي أَضَاءَ لَهُ كُلُّ شَيْ‏ءٍ يَا نُورُ يَا قُدُّوسُ يَا أَوَّلَ الْأَوَّلِينَ وَ يَا آخِرَ الْآخِرِينَ

Ey ilahî! Ez ji te dixwazim bi heqê rehmeta te ya hemû tişt li ber xwe girtî, û bi heqê wê hêza te ya hemû tişt pê wî bindest kirî û hemû tiştên serî li ber çemandî, û hemû tişt li hemberê wî da şikestî, û bi heqê ceberûta te ya te pê wî li ser hemû tiştî serketî, û bi heqê wî ‘izeta te ya tu tişt xwe li ber wî ranagire, û bi heqê mezinatîya te ya hemû tişt tijî kirî, û bi heqê padişahîya te ya ser her tiştî ketî, û bi heqê wucûda te ya paş fenabûna her tiştî her heyî, û bi heqê navên te yên kok û xîmê her tiştî tijî kirî (û hemû cîh li ber xwe girtî) û bi heqê zanîna te ya dora hemû tişt girtî, û bi heqê nûra te ya hemû tişt pê ronahî kirî, ey nûr, ey ewê pak, ey destpêka ewila, ey paşînê paşîna (ewil tu î û axir tu î).

   اللَّهُمَّ اغْفِرْ لِيَ الذُّنُوبَ الَّتِي تَهْتِكُ الْعِصَمَ اللَّهُمَّ اغْفِرْ لِيَ الذُّنُوبَ الَّتِي تُنْزِلُ النِّقَمَ اللَّهُمَّ اغْفِرْ لِيَ الذُّنُوبَ الَّتِي تُغَيِّرُ النِّعَمَ اللَّهُمَّ اغْفِرْ لِيَ الذُّنُوبَ الَّتِي تَحْبِسُ الدُّعَاءَ اللَّهُمَّ اغْفِرْ لِيَ الذُّنُوبَ الَّتِي تُنْزِلُ الْبَلاءَ اللَّهُمَّ اغْفِرْ لِي كُلَّ ذَنْبٍ أَذْنَبْتُهُ وَ كُلَّ خَطِيئَةٍ أَخْطَأْتُهَا

Ey ilahî! Ji wan gonehên min bibore ewên perda pakmayînê didirîne, ey Xweda! Ewa gonehên min yên ‘ezab tînin xarê; bibexşe, ey ilahê min! Ewan gonehên min yên nîmeta diguhurîne li min bibore. Ilahî! Gonehên min yên dia zindan dikê bibexşe, ya Xweda! Ewan gonehên min yên berhêvîyê dibirin bibexşe, ilahî! Ewan gonehên min yên belayê dibarînin li min bibore, ey Xweda! Li min bibore hemû gonehên min kirin û hemû xeletên ji min çêbûne.

اللَّهُمَّ إِنِّي أَتَقَرَّبُ إِلَيْكَ بِذِكْرِكَ وَ أَسْتَشْفِعُ بِكَ إِلَى نَفْسِكَ وَ أَسْأَلُكَ بِجُودِكَ أَنْ تُدْنِيَنِي مِنْ قُرْبِكَ وَ أَنْ تُوزِعَنِي شُكْرَكَ وَ أَنْ تُلْهِمَنِي ذِكْرَكَ اللَّهُمَّ إِنِّي أَسْأَلُكَ سُؤَالَ خَاضِعٍ مُتَذَلِّلٍ خَاشِعٍ أَنْ تُسَامِحَنِي وَ تَرْحَمَنِي وَ تَجْعَلَنِي بِقِسْمِكَ رَاضِيا قَانِعا وَ فِي جَمِيعِ الْأَحْوَالِ مُتَوَاضِعا اللَّهُمَّ وَ أَسْأَلُكَ سُؤَالَ مَنِ اشْتَدَّتْ فَاقَتُهُ وَ أَنْزَلَ بِكَ عِنْدَ الشَّدَائِدِ حَاجَتَهُ وَ عَظُمَ فِيمَا عِنْدَكَ رَغْبَتُهُ

Ey Xwedayê min! Bi rastî bi zikrê te ez nêzîkîya te dixwazim, û bo gihana bal te ez te bi xwe dikim mehderkar (û şefa’etkar) û ez ji te dixwazim ku bi kerema xwe tu min nêzîkê xwe bikî, û tu min bikî muştaqê şukrdar ya xwe,û bîranîna xwe bixî dilê min.

Ya ilahî! Ez ji te dixwazim her wekî xwestina mirovê şikestî, hejar û tirs ketî dilê wî ku tu rehetîyê ji min ra çê kî û rehmê li min bikî, û min behra ku te dayî min razî û qan’i bikî, û di hemû hala da min dilnizm bikî.

Ya  Xweda! Ez ji te dixwazim her wekî xwestina wî kesekê pir mihtac û di demê belengazîyê da hawara xwe ji te ra anîye û pir zêde berhêvîyê rehmet û dilovanîya te bûye.    

اللَّهُمَّ عَظُمَ سُلْطَانُكَ وَ عَلا مَكَانُكَ وَ خَفِيَ مَكْرُكَ وَ ظَهَرَ أَمْرُكَ وَ غَلَبَ قَهْرُكَ وَ جَرَتْ قُدْرَتُكَ وَ لا يُمْكِنُ الْفِرَارُ مِنْ حُكُومَتِكَ اللَّهُمَّ لا أَجِدُ لِذُنُوبِي غَافِرا وَ لا لِقَبَائِحِي سَاتِرا وَ لا لِشَيْ‏ءٍ مِنْ عَمَلِيَ الْقَبِيحِ بِالْحَسَنِ مُبَدِّلا غَيْرَكَ لا إِلَهَ إِلا أَنْتَ سُبْحَانَكَ وَ بِحَمْدِكَ ظَلَمْتُ نَفْسِي وَ تَجَرَّأْتُ بِجَهْلِي وَ سَكَنْتُ إِلَى قَدِيمِ ذِكْرِكَ لِي وَ مَنِّكَ عَلَيَّ

Ilahî! Padişahîya te mezin, merteba te bilind, tevdîra te veşartî û fermana te eşkere ye. Xeleba te serketî ye û karîna te li ser her tiştî berdewam e û xilasîya ji hukûmet û fermanrewayî ya te tiştek ne mimkûn e.

Ey Xweda! Ez xêncî te kesekî peyda nakim ku ji gonehên min biborê û pîsatîyên min bisitirînê û hinek ji kiryarên min yên xirab bizivirînê ser paşîyê, tu m’ebûd nînin xêncî te, tu pak î û ez hemdê te dikim. Min sitem li xwe kir û bi nezanîya xwe ez wêrek bûm (û ne gohdarî ji min çêbûn) û ez ji bîranîna te ya ji kevn da heye û mineta te li ser min danîye dil rehet bûm (heya ez ji ser xwe çûm).

اللَّهُمَّ مَوْلايَ كَمْ مِنْ قَبِيحٍ سَتَرْتَهُ وَ كَمْ مِنْ فَادِحٍ مِنَ الْبَلاءِ أَقَلْتَهُ [أَمَلْتَهُ‏] وَ كَمْ مِنْ عِثَارٍ وَقَيْتَهُ وَ كَمْ مِنْ مَكْرُوهٍ دَفَعْتَهُ وَ كَمْ مِنْ ثَنَاءٍ جَمِيلٍ لَسْتُ أَهْلا لَهُ نَشَرْتَهُ اللَّهُمَّ عَظُمَ بَلائِي وَ أَفْرَطَ بِي سُوءُ حَالِي وَ قَصُرَتْ [قَصَّرَتْ‏] بِي أَعْمَالِي وَ قَعَدَتْ بِي أَغْلالِي وَ حَبَسَنِي عَنْ نَفْعِي بُعْدُ أَمَلِي [آمَالِي‏] وَ خَدَعَتْنِي الدُّنْيَا بِغُرُورِهَا وَ نَفْسِي بِجِنَايَتِهَا [بِخِيَانَتِهَا] وَ مِطَالِي

   Ey m’ebûd û mewlayê min! Te çiqas pîsatî yên min nixumandin (û sitirandin) û te çiqas belayên giran ji min zivirandin û te çiqas ji xeletî (û şimitîya) paraztim û çiqa nexweşî te ji min dan paş, û çiqas medhên ku ez ne layîq bûm ji min ra bên gotin te belav kirin.

Ilahî! Bela min mezin bûye, pîsatîya halê min ji hed û endazê derketîye, ‘emelên min (‘ibadetên min) kurt (û kêm) bûne û zincîrên min (; viyan û dil pê ve girêdanên dinyayê) ez ji kar êxistime û arzûyên min yên dûr û dirêj ez ji feyda min paş ve dame (zindan kirime ji ‘ibadet û xêr û xêratan) û dinyayê bi dekên xwe û nefsa min pê xiyaneta xwe û derengkirina min ji bona pêkanîna heq û hiqûqan ez xapandime.

يَا سَيِّدِي فَأَسْأَلُكَ بِعِزَّتِكَ أَنْ لا يَحْجُبَ عَنْكَ دُعَائِي سُوءُ عَمَلِي وَ فِعَالِي وَ لا تَفْضَحْنِي بِخَفِيِّ مَا اطَّلَعْتَ عَلَيْهِ مِنْ سِرِّي وَ لا تُعَاجِلْنِي بِالْعُقُوبَةِ عَلَى مَا عَمِلْتُهُ فِي خَلَوَاتِي مِنْ سُوءِ فِعْلِي وَ إِسَاءَتِي وَ دَوَامِ تَفْرِيطِي وَ جَهَالَتِي وَ كَثْرَةِ شَهَوَاتِي وَ غَفْلَتِي وَ كُنِ اللَّهُمَّ بِعِزَّتِكَ لِي فِي كُلِّ الْأَحْوَالِ [فِي الْأَحْوَالِ كُلِّهَا] رَءُوفا وَ عَلَيَّ فِي جَمِيعِ الْأُمُورِ عَطُوفا إِلَهِي وَ رَبِّي مَنْ لِي غَيْرُكَ أَسْأَلُهُ كَشْفَ ضُرِّي وَ النَّظَرَ فِي أَمْرِي

Ey serwerê min! Vêca ez bi heqê ‘izeta te ji te dixwazim ku ‘emel û kiryarên min yên xirab li bal te nebe perde û asteng ji bona du’ayên min, û ji ber xefên min yên ku te hay jê heye rûmeta min nebe, û lezê di cezadana min da neke ji ber kiryarên min yên zemanê tenêtîyê, herweha ji ber kiryarên min yên xirab, û ne baş û ji ber kêmasî û nezanîya di karê min da heye û ji ber viyanên min û xefleta min.

Ey ilahê min! Tu bi ‘izeta xwe kî tu min di hemû hala da dilnerm bikî û li hemberê hemû tişta da dilovan bikî.

Ey Xweda û Rebbê min! Xêncî te kîyê min heye ku ez rakirina hejarî û nexweşîya xwe û pêkanîna karên xwe jê bixwazim?.

إِلَهِي وَ مَوْلايَ أَجْرَيْتَ عَلَيَّ حُكْما اتَّبَعْتُ فِيهِ هَوَى نَفْسِي وَ لَمْ أَحْتَرِسْ فِيهِ مِنْ تَزْيِينِ عَدُوِّي فَغَرَّنِي بِمَا أَهْوَى وَ أَسْعَدَهُ عَلَى ذَلِكَ الْقَضَاءُ فَتَجَاوَزْتُ بِمَا جَرَى عَلَيَّ مِنْ ذَلِكَ بَعْضَ [مِنْ نَقْضِ‏] حُدُودِكَ وَ خَالَفْتُ بَعْضَ أَوَامِرِكَ فَلَكَ الْحَمْدُ [الْحُجَّةُ] عَلَيَّ فِي جَمِيعِ ذَلِكَ وَ لا حُجَّةَ لِي فِيمَا جَرَى عَلَيَّ فِيهِ قَضَاؤُكَ وَ أَلْزَمَنِي حُكْمُكَ وَ بَلاؤُكَ

Ey ilah û serwerê min! Te fermanek da min û ez wê  der heqê da ketim pey hewayê nefsa xwe û haya min ji xemilandina dijminê min ne ma. Û viyanên min yên nefsanî bi arîkarîya teqdîrê hîla xwe li min kir, vêca ji ber wê serhatê, min zêdegavî kir di hinek ji hed û sînorên te da û hinek ji fermanên te min pêk ne anîn. Vêca te li beramberê min li ser wa tişta hemûya delîl û burhan heye, lêbelê ji ber wê ya teqdîr kirî ji bo min û ferman  û imtihana te ez mecbûrê wê kirim, li bernberê te tu delîl û burhana min tune ne.

وَ قَدْ أَتَيْتُكَ يَا إِلَهِي بَعْدَ تَقْصِيرِي وَ إِسْرَافِي عَلَى نَفْسِي مُعْتَذِرا نَادِما مُنْكَسِرا مُسْتَقِيلا مُسْتَغْفِرا مُنِيبا مُقِرّا مُذْعِنا مُعْتَرِفا لا أَجِدُ مَفَرّا مِمَّا كَانَ مِنِّي وَ لا مَفْزَعا أَتَوَجَّهُ إِلَيْهِ فِي أَمْرِي غَيْرَ قَبُولِكَ عُذْرِي وَ إِدْخَالِكَ إِيَّايَ فِي سَعَةِ [سَعَةٍ مِنْ‏] رَحْمَتِكَ اللَّهُمَّ [إِلَهِي‏] فَاقْبَلْ عُذْرِي وَ ارْحَمْ شِدَّةَ ضُرِّي وَ فُكَّنِي مِنْ شَدِّ وَثَاقِي يَا رَبِّ ارْحَمْ ضَعْفَ بَدَنِي وَ رِقَّةَ جِلْدِي وَ دِقَّةَ عَظْمِي يَا مَنْ بَدَأَ خَلْقِي وَ ذِكْرِي وَ تَرْبِيَتِي وَ بِرِّي وَ تَغْذِيَتِي هَبْنِي لابْتِدَاءِ كَرَمِكَ وَ سَالِفِ بِرِّكَ بِي

Ya ilahî! Paş kêmasî û zêdegavîya min pêk anîye, eve ez ‘ozrxwaz, poşman, şikestî, berhêvîyê bexşîn, lêborînê û tobekar, bi gonehên xwe ve û bi ser nermî bal te ve hatim.

Ji ber wê ya min kirîye û di kar û bawerê xwe da min tu cîhên penaha xwe bibimê û xwe bavêjimê tune ne, xêncî wê ku tu ‘ozrê min qebûl bikî û min bixî bin rehmeta berfirehî ya xwe.

Ey m’ebûdê min! Vêca ‘ozrê min qebûl bike û rehmê bi dijwarîya perîşanî ya min bibe û zincîrên giranên min ewên ez pê hatim girêdan ji min veke. Ya Rebbî! Rehmê bide ze’îfiya bedena min û nazikîya postê min û zirafiya hestîyê min. Ey ewê dest avêtê afirandina min û di bîra min da û ez xweyî kirime û qencî digel min kirîye û xwarin û vexwarin daye min! Kerema xwe ya ji ewil ve heye û qencîya pêşîyê da te li min kirîye dîsa bide min û ji min nebire.  

يَا إِلَهِي وَ سَيِّدِي وَ رَبِّي أَ تُرَاكَ مُعَذِّبِي بِنَارِكَ بَعْدَ تَوْحِيدِكَ وَ بَعْدَ مَا انْطَوَى عَلَيْهِ قَلْبِي مِنْ مَعْرِفَتِكَ وَ لَهِجَ بِهِ لِسَانِي مِنْ ذِكْرِكَ وَ اعْتَقَدَهُ ضَمِيرِي مِنْ حُبِّكَ وَ بَعْدَ صِدْقِ اعْتِرَافِي وَ دُعَائِي خَاضِعا لِرُبُوبِيَّتِكَ هَيْهَاتَ أَنْتَ أَكْرَمُ مِنْ أَنْ تُضَيِّعَ مَنْ رَبَّيْتَهُ أَوْ تُبْعِدَ [تُبَعِّدَ] مَنْ أَدْنَيْتَهُ أَوْ تُشَرِّدَ مَنْ آوَيْتَهُ أَوْ تُسَلِّمَ إِلَى الْبَلاءِ مَنْ كَفَيْتَهُ وَ رَحِمْتَهُ

  Ilahî û seyyidî û rebbî! Ma gelo tu bi wî awayî hatiyî dîtin ku tu min bi agirê xwe ‘ezab bidî piştî ku min bawerî bi yekitîya anîye û piştî wî jî dilê min bi naskirina te hatîye pêçan û zimanê min zikrê te gotîye û kûratîya dilê min bi hezkirina te ve hatîye girêdan, û piştî ku min rast û durist qebûl kirîye û bi şiklek şikestî li beranberê rubûbûyeta te min dia kirîye?

Ne, ne eva he gelek ji te dûr e û kerema te ji wê çendê pirtir e ku wî yê te xweyitî lê kirîye tu telef bikî, an tu dûr ewî te nêzîk kirîye an tu derêxî ewê te ew cîh kirîye an tu bisipêrî bela, ewî yê tu jê ra bes û te rehm lê kirîye.

وَ لَيْتَ شِعْرِي يَا سَيِّدِي وَ إِلَهِي وَ مَوْلايَ أَ تُسَلِّطُ النَّارَ عَلَى وُجُوهٍ خَرَّتْ لِعَظَمَتِكَ سَاجِدَةً وَ عَلَى أَلْسُنٍ نَطَقَتْ بِتَوْحِيدِكَ صَادِقَةً وَ بِشُكْرِكَ مَادِحَةً وَ عَلَى قُلُوبٍ اعْتَرَفَتْ بِإِلَهِيَّتِكَ مُحَقِّقَةً وَ عَلَى ضَمَائِرَ حَوَتْ مِنَ الْعِلْمِ بِكَ حَتَّى صَارَتْ خَاشِعَةً وَ عَلَى جَوَارِحَ سَعَتْ إِلَى أَوْطَانِ تَعَبُّدِكَ طَائِعَةً وَ أَشَارَتْ بِاسْتِغْفَارِكَ مُذْعِنَةً مَا هَكَذَا الظَّنُّ بِكَ وَ لا أُخْبِرْنَا بِفَضْلِكَ عَنْكَ يَا كَرِيمُ

Ey serwer û ilah û mewlayê min! Xwezîka ez pê bihesîyam kanê tu dê agirê xurt bikî li ser wan rûyên ji bona mezoinahîya te ketine secdê, û li ser wan zimanên rast û durist û yekitîya te axiftine û şukr û hemdîya te bi heqîqet qebûl kirine, û li ser wan batinên ji ber tejîbûna naskirina te tirsîyane û serî li ber te çemandine, û ewan qetên bedena ku gohdarya wan ew birine bo cîhê ‘ibadetê te û lêborîna te dixwazin?

Gomana ji te heyî ne ev e, ey keremdar, û der heqê qencî û ihsana te da, gotinek weha ji te ne gehîştîye me.

يَا رَبِّ وَ أَنْتَ تَعْلَمُ ضَعْفِي عَنْ قَلِيلٍ مِنْ بَلاءِ الدُّنْيَا وَ عُقُوبَاتِهَا وَ مَا يَجْرِي فِيهَا مِنَ الْمَكَارِهِ عَلَى أَهْلِهَا عَلَى أَنَّ ذَلِكَ بَلاءٌ وَ مَكْرُوهٌ قَلِيلٌ مَكْثُهُ يَسِيرٌ بَقَاؤُهُ قَصِيرٌ مُدَّتُهُ فَكَيْفَ احْتِمَالِي لِبَلاءِ الْآخِرَةِ وَ جَلِيلِ [حُلُولِ‏] وُقُوعِ الْمَكَارِهِ فِيهَا وَ هُوَ بَلاءٌ تَطُولُ مُدَّتُهُ وَ يَدُومُ مَقَامُهُ وَ لا يُخَفَّفُ عَنْ أَهْلِهِ لِأَنَّهُ لا يَكُونُ إِلا عَنْ غَضَبِكَ وَ انْتِقَامِكَ وَ سَخَطِكَ وَ هَذَا مَا لا تَقُومُ لَهُ السَّمَاوَاتُ وَ الْأَرْضُ يَا سَيِّدِي فَكَيْفَ لِي [بِي‏] وَ أَنَا عَبْدُكَ الضَّعِيفُ الذَّلِيلُ الْحَقِيرُ الْمِسْكِينُ الْمُسْتَكِينُ

Ya rebbî! Tu zana û agahî ji ze’îfîya min li beranberê biçek ji bela û gîr û giriftên dinyayê û nexweşîyên ku li ser ehlê wî da tên, halhale bela û nexweşîya dinyayê, bêhnek kurt, mayînek kêm û dewamek hinek heye. Vêca bela axîretê û ewa nexweşîyên mezin ku li wêderê diqewimin ezê çawa bikarim ragirim! Halhale bela axîretê (bervajîyê bela dinyayê) belayek berdewam û dirêj e ji bona bela lêketîyan sivik û kêm nabe. Çiku ew ji xezeb û tolgirtin û razî ne bûna te pê ve ne tiştek dî ye û eva he tişteke ku ezman û erd nikarin ewî ragirin, vêca ezê çawa bikarim, ey seyyidê min, halhale ez bendeyê ze’îf û bê taqet û kêm û feqîr û bê çare me.

يَا إِلَهِي وَ رَبِّي وَ سَيِّدِي وَ مَوْلايَ لِأَيِّ الْأُمُورِ إِلَيْكَ أَشْكُو وَ لِمَا مِنْهَا أَضِجُّ وَ أَبْكِي لِأَلِيمِ الْعَذَابِ وَ شِدَّتِهِ أَمْ لِطُولِ الْبَلاءِ وَ مُدَّتِهِ فَلَئِنْ صَيَّرْتَنِي لِلْعُقُوبَاتِ مَعَ أَعْدَائِكَ وَ جَمَعْتَ بَيْنِي وَ بَيْنَ أَهْلِ بَلائِكَ وَ فَرَّقْتَ بَيْنِي وَ بَيْنَ أَحِبَّائِكَ وَ أَوْلِيَائِكَ فَهَبْنِي يَا إِلَهِي وَ سَيِّدِي وَ مَوْلايَ وَ رَبِّي صَبَرْتُ عَلَى عَذَابِكَ فَكَيْفَ أَصْبِرُ عَلَى فِرَاقِكَ وَ هَبْنِي [يَا إِلَهِي‏] صَبَرْتُ عَلَى حَرِّ نَارِكَ فَكَيْفَ أَصْبِرُ عَنِ النَّظَرِ إِلَى كَرَامَتِكَ أَمْ كَيْفَ أَسْكُنُ فِي النَّارِ وَ رَجَائِي عَفْوُكَ

Ey ilahî û ey rebbî û seyyid û mewlayê min! Ji ber kîjan meselê ez gilîyê bînim bal te û ji ber kîjanê ez binalim û bigirîm, ji ber ‘ezab û dijwarîya wê anji bona dirêjîya  belayê û zemanê wê, vêca eger di cezadanê da tu min li kêleka dijminê xwe da deynî û digel ehlê ‘ezabê xwe li cîhekî kom bikî û ji dost û welîyên xwe veqetînî, hingê, ey ilahî û ey seyyid û ey mewla û ey rebbî! Belkî ez bikarim xwe li ber ‘ezabê te ragirim lê vêca ezê ji ber cudahîya ji te çawa bikarim taqet û tebatî bînim? Û belkî ez bikarim li ber germîya agirê te sebr bikim, vêca çawa ezê bikarim li ser mehrûmbûna ji nêrîna te ya berketî sebir bikim, an çawa wê agir bibê cîhê min, halhale ez berhêvîyê ‘efwa te me.

فَبِعِزَّتِكَ يَا سَيِّدِي وَ مَوْلايَ أُقْسِمُ صَادِقا لَئِنْ تَرَكْتَنِي نَاطِقا لَأَضِجَّنَّ إِلَيْكَ بَيْنَ أَهْلِهَا ضَجِيجَ الْآمِلِينَ [الْآلِمِينَ‏] وَ لَأَصْرُخَنَّ إِلَيْكَ صُرَاخَ الْمُسْتَصْرِخِينَ وَ لَأَبْكِيَنَّ عَلَيْكَ بُكَاءَ الْفَاقِدِينَ وَ لَأُنَادِيَنَّكَ أَيْنَ كُنْتَ يَا وَلِيَّ الْمُؤْمِنِينَ يَا غَايَةَ آمَالِ الْعَارِفِينَ يَا غِيَاثَ الْمُسْتَغِيثِينَ يَا حَبِيبَ قُلُوبِ الصَّادِقِينَ وَ يَا إِلَهَ الْعَالَمِينَ

Vêca ez ji sondekî rast û durist dixum bi ‘izet û mezinahîya te ey serwerê mezinê min! Eger tu bihêlî ez biaxivim, miheqeq di nav ehlê ‘ezabê da ezê ji te ra nalînekî bikim wek nalîna hêvîdara, ezê hewara xwe bigihênim te, hewarek ya wa kesên ku bi hewarî arîkarîyê dixwazin, û ezê li ber te bigirîm; girînek wek ya wa kesên hemû tiştê xwe ji dest dane, û ezê gazî te bikim ku tu li kêderê yî ey serperestê bawerdaran, ey bilintirîn xwesta arifan û ey ewê ku tu hewara hawargeran tu î, ey hebîbê dilê duristkaran, û ey ilahê ‘aleman.

أَ فَتُرَاكَ سُبْحَانَكَ يَا إِلَهِي وَ بِحَمْدِكَ تَسْمَعُ فِيهَا صَوْتَ عَبْدٍ مُسْلِمٍ سُجِنَ [يُسْجَنُ‏] فِيهَا بِمُخَالَفَتِهِ وَ ذَاقَ طَعْمَ عَذَابِهَا بِمَعْصِيَتِهِ وَ حُبِسَ بَيْنَ أَطْبَاقِهَا بِجُرْمِهِ وَ جَرِيرَتِهِ وَ هُوَ يَضِجُّ إِلَيْكَ ضَجِيجَ مُؤَمِّلٍ لِرَحْمَتِكَ وَ يُنَادِيكَ بِلِسَانِ أَهْلِ تَوْحِيدِكَ وَ يَتَوَسَّلُ إِلَيْكَ بِرُبُوبِيَّتِكَ

Ey m’ebûdê min yê xweyê hemd û spasê û beriyê ji ‘eyb û kimasîyan, ma gelo tu bi vî awayî hatiyî naskirin ku tu di nav dojê da dengê bendeyek musulman bibihîzî! Ku ji ber mixalefeta xwe ketîye wê zindanê û ji ber ne gohdarîya tama ‘ezabê wê kişandîye û ji ber cirm û gonehên xwe di nav dojê da dor û ber lê hatîye  girtin, û di wî halî da ew ji te ra kalên dike wek kalêna wî kesî berhêvîyê rehmeta te û bi zimanê xudaperestan û (ehlê tewhîdê) gazî te dike û ji bona gehiştina bal te xwe bi meqamê rubûbûyeta te girtîye (û ew ji xwe ra kirîye wesîle).

يَا مَوْلايَ فَكَيْفَ يَبْقَى فِي الْعَذَابِ وَ هُوَ يَرْجُو مَا سَلَفَ مِنْ حِلْمِكَ أَمْ كَيْفَ تُؤْلِمُهُ النَّارُ وَ هُوَ يَأْمُلُ فَضْلَكَ وَ رَحْمَتَكَ أَمْ كَيْفَ يُحْرِقُهُ لَهِيبُهَا وَ أَنْتَ تَسْمَعُ صَوْتَهُ وَ تَرَى مَكَانَهُ أَمْ كَيْفَ يَشْتَمِلُ عَلَيْهِ زَفِيرُهَا وَ أَنْتَ تَعْلَمُ ضَعْفَهُ أَمْ كَيْفَ يَتَقَلْقَلُ بَيْنَ أَطْبَاقِهَا وَ أَنْتَ تَعْلَمُ صِدْقَهُ أَمْ كَيْفَ تَزْجُرُهُ زَبَانِيَتُهَا وَ هُوَ يُنَادِيكَ يَا رَبَّهْ أَمْ كَيْفَ يَرْجُو فَضْلَكَ فِي عِتْقِهِ مِنْهَا فَتَتْرُكُهُ [فَتَتْرُكَهُ‏] فِيهَا هَيْهَاتَ مَا ذَلِكَ الظَّنُّ بِكَ وَ لا الْمَعْرُوفُ مِنْ فَضْلِكَ وَ لا مُشْبِهٌ لِمَا عَامَلْتَ بِهِ الْمُوَحِّدِينَ مِنْ بِرِّكَ وَ إِحْسَانِكَ

Ey mewlayê min! Vêca wê çawa ew kes di nav ‘ezab da binîne, halhale ew berhêvîyê dilovanîya te ya pêş da ye, an çawa wê agir ewê biêşîne halhale ew berhêvîyê kerem û rehmeta te ye, an çawa wê pêta wî ewê bişewitîne halhale tu dengê wî seh dikî û cîhê wî dibînî, an çawa wê nefes kişandina cenennemê ewê li ber xwe bigire halhale tu bi ze’îfîya agah î, an çawa wê di nav tebeqên wê bêt xişikandin halhale tu bi rastîya wî dizanî, an çawa wê zebanî (melekên ‘ezabê) li wî bixurin û bibin halhale ew hana xwe digihênê te û dibêje: ya rebbî. An çawa ew ji bona azadîya ji cehennemê berhêvîyê bexşîna te ye û vêca tu ewî li wêderê bihêlî?

Eva he gelek ji te dûr e, û gomana ji te heye ne wereng e, û kerem û dilovanîya te jî bi wî awayî ne hatîye naskirin, û eva he rengê wê mi’emiletê nade ewa ku tu bi qencî û ihsana xwe digel xudaperestan pêk tîne.

فَبِالْيَقِينِ أَقْطَعُ لَوْ لا مَا حَكَمْتَ بِهِ مِنْ تَعْذِيبِ جَاحِدِيكَ وَ قَضَيْتَ بِهِ مِنْ إِخْلادِ مُعَانِدِيكَ لَجَعَلْتَ النَّارَ كُلَّهَا بَرْدا وَ سَلاما وَ مَا كَانَ [كَانَتْ‏] لِأَحَدٍ فِيهَا مَقَرّا وَ لا مُقَاما [مَقَاما] لَكِنَّكَ تَقَدَّسَتْ أَسْمَاؤُكَ أَقْسَمْتَ أَنْ تَمْلَأَهَا مِنَ الْكَافِرِينَ مِنَ الْجِنَّةِ وَ النَّاسِ أَجْمَعِينَ وَ أَنْ تُخَلِّدَ فِيهَا الْمُعَانِدِينَ وَ أَنْتَ جَلَّ ثَنَاؤُكَ قُلْتَ مُبْتَدِئا وَ تَطَوَّلْتَ بِالْإِنْعَامِ مُتَكَرِّما أَ فَمَنْ كَانَ مُؤْمِنا كَمَنْ كَانَ فَاسِقا لا يَسْتَوُونَ

Bi yeqîn min bawer e ku te ferman daye bo ‘ezabdana kesên bi zanîn inkara te dikin. Û te hukmê ‘ezabê bê dawî daye wa kesên li beranberê te da radibin û eger ne ew hukm û ferman bûya teyê agir pêk ve sar û silamet bikira û îdî ji kesî ra li wêderê cîh û warek ne dima.

Lêbelê tu î xweyê navên pak û paqij, te sond xwarîye ku tu ewê (cehennemê) pê kafirên cin û insan pêk ve tijî bikî û wa yên li beranberê te disekinin tu ewan ji her û hera li wêderê bihêlî.

Û tu ku xweyê medh û senayên bilind î tu bi kerema xwe nîmetên berfireh dane û te ji ewil ve gotîye: “Ma gelo ewê bawerdar wek wî yê ewê fasiq  (û ji hed derketî)? Ew ne wekhev in.

إِلَهِي وَ سَيِّدِي فَأَسْأَلُكَ بِالْقُدْرَةِ الَّتِي قَدَّرْتَهَا وَ بِالْقَضِيَّةِ الَّتِي حَتَمْتَهَا وَ حَكَمْتَهَا وَ غَلَبْتَ مَنْ عَلَيْهِ أَجْرَيْتَهَا أَنْ تَهَبَ لِي فِي هَذِهِ اللَّيْلَةِ وَ فِي هَذِهِ السَّاعَةِ كُلَّ جُرْمٍ أَجْرَمْتُهُ وَ كُلَّ ذَنْبٍ أَذْنَبْتُهُ وَ كُلَّ قَبِيحٍ أَسْرَرْتُهُ وَ كُلَّ جَهْلٍ عَمِلْتُهُ كَتَمْتُهُ أَوْ أَعْلَنْتُهُ أَخْفَيْتُهُ أَوْ أَظْهَرْتُهُ وَ كُلَّ سَيِّئَةٍ أَمَرْتَ بِإِثْبَاتِهَا الْكِرَامَ الْكَاتِبِينَ الَّذِينَ وَكَّلْتَهُمْ بِحِفْظِ مَا يَكُونُ مِنِّي وَ جَعَلْتَهُمْ شُهُودا عَلَيَّ مَعَ جَوَارِحِي وَ كُنْتَ أَنْتَ الرَّقِيبَ عَلَيَّ مِنْ وَرَائِهِمْ وَ الشَّاهِدَ لِمَا خَفِيَ عَنْهُمْ وَ بِرَحْمَتِكَ أَخْفَيْتَهُ وَ بِفَضْلِكَ سَتَرْتَهُ

Ey m’ebûd û serwerê min! Vêca bi heqê wê qudreta ku te pê wê teqdîr kirîye û bi heqê wê fermana ku te vebirî û bi cîh kirîye û pê pêkanîna wê tu serketî, ez ji te dixwazim ku di vê şevê da û di vê bêhnê da tu li min biborî hemû wa cirmên min kirine û hemû ew gonehên ji min çê bûne û hemû ew karên kirêtên min xef kirine û hemû nezanîyên min anîne, çi ewên min nixumandine û çi ewên min veşartine çi jî ewên eşkere kirine û hemû ewa pîsatî yên nivîserên giranqedr bi fermana te nivîsîne.

(Ew nivîskarên qenc ji melaîketa) ewên te danîne ji bona paraztina karên ji min çê dibin, û te ew digel qetên bedena min li ser min kirine şahid û ser wan re jî te bi xwe hay ji min heye û tu şahid î li ser wêya ji wan xef mayî û te bi rehmeta xwe ew xef kir û te bi qencîya xwe ew nixumand.

وَ أَنْ تُوَفِّرَ حَظِّي مِنْ كُلِّ خَيْرٍ أَنْزَلْتَهُ [تُنْزِلُهُ‏] أَوْ إِحْسَانٍ فَضَّلْتَهُ [تُفَضِّلُهُ‏] أَوْ بِرٍّ نَشَرْتَهُ [تَنْشُرُهُ‏] أَوْ رِزْقٍ بَسَطْتَهُ [تَبْسُطُهُ‏] أَوْ ذَنْبٍ تَغْفِرُهُ أَوْ خَطَإٍ تَسْتُرُهُ يَا رَبِّ يَا رَبِّ يَا رَبِّ يَا إِلَهِي وَ سَيِّدِي وَ مَوْلايَ وَ مَالِكَ رِقِّي يَا مَنْ بِيَدِهِ نَاصِيَتِي يَا عَلِيما بِضُرِّي [بِفَقْرِي‏] وَ مَسْكَنَتِي يَا خَبِيرا بِفَقْرِي وَ فَاقَتِي يَا رَبِّ يَا رَبِّ يَا رَبِّ أَسْأَلُكَ بِحَقِّكَ وَ قُدْسِكَ وَ أَعْظَمِ صِفَاتِكَ وَ أَسْمَائِكَ أَنْ تَجْعَلَ أَوْقَاتِي مِنَ [فِي‏] اللَّيْلِ وَ النَّهَارِ بِذِكْرِكَ مَعْمُورَةً وَ بِخِدْمَتِكَ مَوْصُولَةً وَ أَعْمَالِي عِنْدَكَ مَقْبُولَةً حَتَّى تَكُونَ أَعْمَالِي وَ أَوْرَادِي [إِرَادَتِي‏] كُلُّهَا وِرْدا وَاحِدا وَ حَالِي فِي خِدْمَتِكَ سَرْمَدا

Û (ya ilahî!) hemû başîya te ji jor da anîye û ihsana te daye û qencîya te belav kirîye û rizqê te berfireh daye û gonehên tu lê diborî û herweha xeletîyên tu disitirînî bi zêdahî ve behra min têda  çê ke.

Ey rebbî! Ey rebbî! Ey rebbî! Ey m’ebûd û seyyid û serwer û xwedîyê min! Ey ewê sernivîsîna min di destê te da! Ey agahê ji nexweşî û bê çaretîya min! Ey zanayê bi feqîretî û nedarîya min! Ey rebbî! Ey rebb! Ez bi heqê te û bi qidaseta te û bi mezintirîn sifet û navên te ji te dixwazim ku: tu hemû demê şev û roja min bi zikrê xwe ava bikî û bi xizmeta xwe va girêdî, û ‘emelên min li bal xwe qebûl bikî heya ku ‘emel û zikrê min pêk ve bên yek zikr û ez her û her di xizmeta te da bimînin.

   يَا سَيِّدِي يَا مَنْ عَلَيْهِ مُعَوَّلِي يَا مَنْ إِلَيْهِ شَكَوْتُ أَحْوَالِي يَا رَبِّ يَا رَبِّ يَا رَبِّ قَوِّ عَلَى خِدْمَتِكَ جَوَارِحِي وَ اشْدُدْ عَلَى الْعَزِيمَةِ جَوَانِحِي وَ هَبْ لِيَ الْجِدَّ فِي خَشْيَتِكَ وَ الدَّوَامَ فِي الاتِّصَالِ بِخِدْمَتِكَ حَتَّى أَسْرَحَ إِلَيْكَ فِي مَيَادِينِ السَّابِقِينَ وَ أُسْرِعَ إِلَيْكَ فِي الْبَارِزِينَ [الْمُبَادِرِينَ‏] وَ أَشْتَاقَ إِلَى قُرْبِكَ فِي الْمُشْتَاقِينَ وَ أَدْنُوَ مِنْكَ دُنُوَّ الْمُخْلِصِينَ وَ أَخَافَكَ مَخَافَةَ الْمُوقِنِينَ وَ أَجْتَمِعَ فِي جِوَارِكَ مَعَ الْمُؤْمِنِينَ

Ey seyyidê min! Ey cîhê bawerî ya min! Ey ewê ez gilîyê rewşa xwe dibim balê! Ey rebbî! Ey rebbî! Ey rebbî! Qetên bedena min ji bona xizmeta xwe bi hêz bike, û dilê min bişidîne bo meyla bal xwe ve, û xebata ji bona tirsa ji te dewama girêdana bi xizmeta xwe ve bike behra min. Da ku di hola kêbirkê da ez bal te ve bêm, û di nav wa kesên bi lez û bezda ez bi lez bi alîyê te bikevim rê, û di nav muştaqa da ez muştaq bim bo nêzîkbûna te, û wek yeqîndaran ez ji te bitirsim û li bal te ez bikevim koma bawerdara.

اللَّهُمَّ وَ مَنْ أَرَادَنِي بِسُوءٍ فَأَرِدْهُ وَ مَنْ كَادَنِي فَكِدْهُ وَ اجْعَلْنِي مِنْ أَحْسَنِ عَبِيدِكَ نَصِيبا عِنْدَكَ وَ أَقْرَبِهِمْ مَنْزِلَةً مِنْكَ وَ أَخَصِّهِمْ زُلْفَةً لَدَيْكَ فَإِنَّهُ لا يُنَالُ ذَلِكَ إِلا بِفَضْلِكَ وَ جُدْ لِي بِجُودِكَ وَ اعْطِفْ عَلَيَّ بِمَجْدِكَ وَ احْفَظْنِي بِرَحْمَتِكَ وَ اجْعَلْ لِسَانِي بِذِكْرِكَ لَهِجا وَ قَلْبِي بِحُبِّكَ مُتَيَّما وَ مُنَّ عَلَيَّ بِحُسْنِ إِجَابَتِكَ وَ أَقِلْنِي عَثْرَتِي وَ اغْفِرْ زَلَّتِي فَإِنَّكَ قَضَيْتَ عَلَى عِبَادِكَ بِعِبَادَتِكَ وَ أَمَرْتَهُمْ بِدُعَائِكَ وَ ضَمِنْتَ لَهُمُ الْإِجَابَةَ

Ya Xweda! Kesê bi xirabî berê xwe bide min, tu jî bi wî awayî berê xwe bidê, û kesê telkê li ber min vede, tu jî telkê li ber wî vede, û min bike ji wan bendeyên xwe yên li bal te baştirîn behr hene û nêzîktirîn û xastirînê te. Vêca bi rastî kes nagihîje wêderê xêncî bi dayîna te.

فَإِلَيْكَ يَا رَبِّ نَصَبْتُ وَجْهِي وَ إِلَيْكَ يَا رَبِّ مَدَدْتُ يَدِي فَبِعِزَّتِكَ اسْتَجِبْ لِي دُعَائِي وَ بَلِّغْنِي مُنَايَ وَ لا تَقْطَعْ مِنْ فَضْلِكَ رَجَائِي وَ اكْفِنِي شَرَّ الْجِنِّ وَ الْإِنْسِ مِنْ أَعْدَائِي يَا سَرِيعَ الرِّضَا اغْفِرْ لِمَنْ لا يَمْلِكُ إِلا الدُّعَاءَ فَإِنَّكَ فَعَّالٌ لِمَا تَشَاءُ يَا مَنِ اسْمُهُ دَوَاءٌ وَ ذِكْرُهُ شِفَاءٌ وَ طَاعَتُهُ غِنًى ارْحَمْ مَنْ رَأْسُ مَالِهِ الرَّجَاءُ وَ سِلاحُهُ الْبُكَاءُ يَا سَابِغَ النِّعَمِ يَا دَافِعَ النِّقَمِ يَا نُورَ الْمُسْتَوْحِشِينَ فِي الظُّلَمِ يَا عَالِما لا يُعَلَّمُ صَلِّ عَلَى مُحَمَّدٍ وَ آلِ مُحَمَّدٍ وَ افْعَلْ بِي مَا أَنْتَ أَهْلُهُ وَ صَلَّى اللَّهُ عَلَى رَسُولِهِ وَ الْأَئِمَّةِ الْمَيَامِينِ مِنْ آلِهِ [أَهْلِهِ‏] وَ سَلَّمَ تَسْلِيما [كَثِيرا]

Ya Xweda! Bi kerema xwe keremê digel min bike û bi mezinatîya xwe berê xwe bide min, û bi rehmeta xwe min biparize, û zimanê min pê zikrê xwe bixe kar, û dilê min pê hezkirina xwe teberuk bike, û bi qenc bersivdana dia yên min minetê dayne ser min, û şimitîya min li min bibore û li gonehên min xweş bibe; çiku te hukm daye bendeyên te ji te ra ‘ibadet bikin, û te destûr daye wan bila gazî te bikin û te qebûlkirina du’a yên wan li xwe girtîye.

Ey rebbî! Min berê xwe daye te û destê arîkarîyê bal te ve dirêj kirîye. Vêca tu bi ‘izeta xwe kî tu du’ayê min qebûl bikî û min bigihêne mexseda min û hêvîya min ji kerema xwe nebirî bela û dijminên min ji cin û mirova ji ser min hilêne.

Ey ewê zûka razî dibe, wî kesê ji xincî du’ayê ne xwe yê tiştek dî efû bike, çiku bi rastî tişta te bivê tu dikî.

Ey ewê navê wî derman û bîranîna wî şifa û gohdana wî dewlemendî, rehmê bike li wî kesê sermaya wî hêvî û çekê wî girîye.

Ey xweyê nîmetên berfireh, ey laberê nexweşîyan, ey nûra wa yên di tarîtîya da ketin dehşetê, ey zanayê ku kesî ew hîn ne kirîye selewatan bide ser Muhemmed û Alê Muhemmed. Û wê digel min bike  ya layîqê te.

Û selat û selamên zehfî yên Xuda li ser Pêxemberê wî û Imamên pak ji binemala Pêxember (s.’e.a.) be.