Home Page
  Jîyanname
  BawerÎ
  Berhem
  Mesaj
  Ehkam û Fetwa
  Wêne

   E-Mail Listing:


 

Istiftayên ku di barê merasimên şîn a Seyyidê Şûheda Imam Huseyn (‘e.s.) da, ji merceê giranqedr Hz. Ayetullah ‘Uzma Fazil Lenkeranî

Sing lêdan û zincîr lêdan

Pirsiyar: Delîla sînezenî (lêdana li simg) ji bo M’esûma (‘e.s.) çî ye?

Bersiv: Sing lêdan yekî ji nîşandana girîng yê şîn û hêcet e ji qarîn ji zilma zaliman e û ne tenê xelet nîne belkî di berdewama armanc a ew mirovê giranqedr nexşekî girîng jî pê ra heye.

Pirsiyar: Gelo li sing êxistin û bi zincîra li xwe xistin di şînê da ku dibe sedema reşbûn û heya jê hatina xûn jî dibe, caiz e?

Bersiv: Caiz e; lê bi şertê nebe sedema zirar a muhîm ji bo beden, tê tercîh kirin.

Pirsiyar: Xwe tazîkirina mêran di halê sînezenî û zincîrzenîyê da ji bo mêzekirina jinan çawa ne?

Bersiv: Ji bo jinan lazim e ku ji mêzekirin xwe biparêzin. Helbet ji bo mêrên ku dizanin jin li wan dinihêrin, caiz nîne xwe tazî kin.

Pirsiyar: Gelo li singêxistin û zincîr li xwe xistin ji bo rîya be, caiz e?

Bersiv: Inşaallah bila xwe ji rîya biparêzin.

Pirsiyar: Di şîna da tê dîtin hinekan xwe bi şiklekî nîvrût li hemberê namehrama  bi zêdegavêyê li xwe dixin, gelo ev ‘emel caiz e?

Bersiv: Sunneta (‘adet) şîngirtin ya ku tê zanîn û bi şiklekî normal pêk bê, jê ra tu mixalifetek tune. Lêbelê di barê ew tişta ku hate gotin, ji bo jina lazim e xwe ji mêzekirina li wan biparêzin. 

Pirsiyar: Di civatên şîngirtin ya Ehlê Beyt (‘e.s.) da hukma “herwele” (şiklekî rêveçûn e) çî ye?

Bersiv: “Herwele” di Islamê da tenê di beşekî ji s’eya navbera ya Sefa û Merweê da ji bo mêran û gava derbasbûnê ji wadîya Muhesser piştî rawistîn li M’eşer ul-Heramê bi ‘inwana kiryarek musteheb (sunnet – xêr) hatîye; di xêncî van hala da bi ‘inwana kiryarek musteheb meşr’û nîne.    

Lixwekirina kincên reş

Pirsiyar: Gelo lixwekirina kincên reş di şîna Imam Huseny (‘e.s.) û Imamên din da, jê ra delîla şer’î heye?

Bersiv: Ji ber ku ji misdaqên mezinjimartin ya şî’ara ye, xwedîyê delîl ê şer’î ye. Û di ‘emelde jî, ji mezinan mîna Ayetullahê ‘Uzma Burûcerdî (r.’e.) di roja aşûra da qebayê reş li xwe dikir.

Pirsiyar: Gelo nimêj kirin bi kincên reş di şîngirtina M’esûma (Ehlê Beyt) da, mekrûh e?

Bersiv: Ji ber ku kincên reş nîşana şîngirtinê ye, şîngirtina wan giranqedra jî, jê ra delîl heye; lewmane nimêj kirin bi kincin reş ra jî, mekrûh nîne.

‘Elem (al), nîşan û karandina aletên mûzîkî

Pirsiyar: Hukma ‘elemên ku di merasimên şîngirtin a M’esûma da tê karandin û li ser hinekê wan jî nexş û resim hene, çî ye?

Bersiv: Karandina wan di şîngirtina da, caiz e.

Pirsiyar: Gelo karandina tranpet û dehol di şîngirtinê da, caiz e?

Bersiv: Eger wusa bê karandin ku di civakên kêf û xweşîyê da be an ji bo Ehlê Beyt (‘e.s.) kêmasîyek bê jimartin, heram e; xêncî vî jê ra astengek tune.